Şoba kolerayê ya ku heta niha di dîrokê de nehatiye dîtin Yemenê dorpêç kiriye

Şoba kolerayê ya ku heta niha di dîrokê de nehatiye dîtin Yemenê dorpêç kiriye

Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat diyarkirin şoba kolerayê ya ku heta niha di dîrokê de nehatiye dîtin û bi şikleke bi lez li Yemenê belav dibe ji sedî 92yê Yemenê dorpêç kiriye.

Hat ragihandin şopa kolerayê ya ku li Yemenê rû daye her ku diçe Yemenê dixe nav kefa destê xwe. Derbarê mijarê de ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat diyarkirin şoba kolerayê ya ku heta niha di dîrokê de nehatiye dîtin û bi şikleke bi lez li Yemenê belav dibe ji sedî 92yê Yemenê dorpêç kiriye.

Li Yemenê her ku diçe kolera tesîra xwe zêde dike û rayedar nikarin pêşîya vê nexweşîyê bigirin. Heta niha 460 hezar Yemenî ji ber vê şobê jiyana xwe ji dest dan.

Stephane Dujarrîcê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê şoba kolerayê ya ku li Yemenê tesîra xwe zêde dike û dibe sedema mirina de daxuyanîyek belav kir.

Stephane Dujarrîc di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Em li Yemenê bi şobeke wisa re rûbirû mane ku heta niha di dîrokê de şobeke wisa nehatiye dîtin.Şob ji sedî 92yê Yemenê xistiye bin destê xwe.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.