Soylu: Amerîka 22 milyon dolar ji komeleya LBGT a li Enqerê re alîkarî kir

Soylu: Amerîka 22 milyon dolar ji komeleya LBGT a li Enqerê re alîkarî kir

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu destnîşan kir, Amerîka 22 milyon dolar ji komeleya LBGT a li Enqerê re alîkarî kir.

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir di civîna ku ji teref Sendîqaya Ozçelîk-Îş ve li Afyonkarahîsarê hat lidarxistin de derbarê rojevê de  nirxandinan kir.

Soylu di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser alîkarîya maddî ya ku ji teref Amerîkayê ve ji komeleya LBGTê re hatiye kirin û derbarê mijarê de wiha got: “Amerîka 22 milyon dolar ji komeleya LBGT a li Enqerê re alîkarî kir. Gelo hewce heye ku ez di vî warî de xeber bidim?  Armanca vê alîkarîya ku tê kirin bawerî û nasnameya me ye. Gelo hewce ye qala vê yekê bikim.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.