Soylu malbatên ku çalakîyê rûniştinê li dar dixin ziyaret kir

Soylu malbatên ku çalakîyê rûniştinê li dar dixin ziyaret kir

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir wan malbatên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin û li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîyê li dar dixin ziyaret kir.

Hat ragihandin, Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir wan malbatên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin û li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîyê li dar dixin ziyaret kir.

Soylu di ziyareta ku kir de destnîşan kir tiştên ku we got temamê Tirkîyê hejand û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hemû kesî cardin anî bi ser hişê xwe. Temamê Tirkîyê bi we re ye. Xweda ji ber vê berxwedana we ji we razî be, ew ê netîceyên xweş bên bidestxistin. Doh me qîzekê anî weke qîza te bû. Meraq nekin.  Xwezî we dîtibana çawa berîya dîya xwe kiribû û ew hembêz dikir. Qet mitala nekin. Em vî karî bi saxiya dayikên mîna we dikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.