Stenbolî ji bo hilbijartinan îro diçin sindoqan
Stenbolî îro ji bo hilbijartina serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê diçin li ser sindoqan.
Hat ragihandin Stenbolî îro ji bo hilbijartina serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê diçin li ser sindoqan. Hilbijartin di seat 08.00an de dest pê kir.
Lijneya Hilbijartina Bilind hilbijartinên Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê ya ku di 31ê Adarê de hatibûn kirin betal kiribû û biryar dabû ku di 23ê Hezîranê de hilbijartin ji nû ve bên kirin.
Niha li 31 hezar û 342 sindoq ji bo hilbijartinan hatine danîn û ew ê 10 milyon û 560 hezar û 963 hilbijêr biçin li ser sindoqan û raya xwe bi kar bînin.
Hilbijartina ku di seat 08.00an de dest pê kir dê di seat 17.00an de xelas bibe.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.