Stoltenberg: Muttefîqên NATOyê destekê didin Tirkîyê

Stoltenberg: Muttefîqên NATOyê destekê didin Tirkîyê

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê destnîşan kir “Muttefîqên NATOyê destekê didin Tirkîyê. Tirkîye li pêşcebheyeke ku ji bo me hemûyan gelekî zêde muhîm e cî digire.”

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Dervê yê Tirkîyê û Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê hevdîtin kirin. Piştî hevdîtina ku hat kirin de daxuyanîyeke hevpar a çepemenîyê hat dayîn.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Dervê yê Tirkîyê destnîşan kir: “Em wek Tirkîyê bêyî ku ferqê têxin navbera wan bi temamê rêxistinên terorê mucadele kir. Em dixwazin ku muttefîqên me nîşanî me bidin ku destekê didin me. Em ê vê micadeleya xwe ya bi rêxistinên terorê re bidomînin.”

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê jî destnîşan kir “Tirkîye muttefîqeke bi hêz a NATOyê ye. Bi qasî ku êrîş li Tirkîyê hatin kirin li Rojhilata Navîn li ti kesî nehat kirin. Ti welatî bi qasî Tirkîyê li koçberan xwedî derneket. Tirkîye li sînoreke bi zehmet bi cî bûye. NATO bi şikleke cuda destekê dide Tirkîyê. Muttefîkên NATOyê destekê didin Tirkîyê. Tirkîye li pêşcebheyeke ku ji bo me hemûyan gelekî zêde muhîm e cî digire.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.