Talîban balafira Amerîka ya bombebaranê daxist

Talîban balafira Amerîka ya bombebaranê daxist

Talîban li rojavaya parêzgeha Helmanta Efxanistanê balafira bomberanê ya bi B-52 a Amerîka daxist.

Hat ragihandin Talîbanê li rojavaya parêzgeha Helmanta Efxanistanê balafira bomberanê ya bi B-52 a Amerîka daxist.

Derbarê mijarê de ji teref Talîban ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ew li rojavaya parêzgeha Helmanta Efxanistanê balafira bomberanê ya bi B-52 a Amerîka daxistine û temamê kesên ku di balafirê de bûn mirine.

Rayedarên Efxan û Amerîkayî meselê teyîd nekirin. Rayedarên NATOyê yên li Efxanistanê destnîşan kirin balafira bêînsan ji ber arizayekê ketiye.

Hinek çavkanîyên herêmî destnîşan kirin çawa ku balafira bombebaranê ya Amerîkayê hat daxistin xwarê re balafirên şer ên Amerîka enqaza balafirê bombebaran kirine.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.