Talîban êrîşî baregaha leşkerî kir: 3 kuştî

Talîban êrîşî baregaha leşkerî kir: 3 kuştî

Talîban li rojhilata Efxanistanê êrîş bir li ser baregaheke leşkerî, di encama êrîşa ku hat kirin de herî kêm 3 polês canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref Talîbanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; êrîşa xwekujî li baregaha leşkerî hat kirin û pevçûn derket. Di encama bûyera ku pêk hat de herî kêm 3 polês canê xwe ji dest dan.

Berdevkê polêsan ê herêmê Wahîdullah Nîzamî destnîşan kir, pêşî êrîşkarekî xwekuj êrîşî baregahê kir û dû re 2 kesên çekdar êrîş birin li ser baregahê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.