Talîban li bakûrê Efxanistanê 2 navçeyan bi dest xist

Talîban li bakûrê Efxanistanê 2 navçeyan bi dest xist

Talîbana ku li bakûrê Efxanistanê pêşve diçedu navçeyên din ên bi navê Bala Murgab û Ab Kamerî bi dest xist.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref  Berdevkê Talîbanê Zebîullah Mucahîd ve hat belavkirin, Talîban du navçeyên din ên bi navê Bala Murgab û Ab Kamerî bi dest xist.

Tê diyarkirin li bajarê Badgîsa ku Talîban du navçeyên wê bidestxistiye di navbera hikûmeta Kabîl û Talîbanê de pevçûn bi şikleke dijwar berdewam dikin.

Berdevkê Talîbanê Zebîullah Mucahîd derbarê pevçûnên ku li herêmê berdewam dikin de destnîşan kir; Talîban du navçeyên din ên bi navê Bala Murgab û Ab Kamerî bi dest xist, bi dehan leşker hatin lêxistin û gelek zêde muhîmat hat bidestxistin.

Mucahîd di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir hêzên girêdayê hikûmeta Kabîlê gelek zêde qayiban didin û li herêmê pêşveçûna wan berdewam dike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.