Talîban: Li dijî plana zalimane ya Trump em li ba gelê Filistînê ne

Talîban: Li dijî plana zalimane ya Trump em li ba gelê Filistînê ne

Ji teref Talîbanê ve derbarê “Peymana Sedsalê” ya ku ji teref Trump ve hat daxuyandin ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de plana ku ji teref Trump ve hat belavkirin wek “zalimane” hat wesfandin û hat diyarkirin bi plana ku qala wê tê kirin bi şikleke eşkere mafên Filistînîyan tê îhlalkirin.

Talîban di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Beytul Maqdîs qibleya ewil a ummeta Îslamê ye. Filistîn a gelê Filistînê ye. Ji ber vê yekê ev mesele nikare bê nîqaşkirin” û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Werin em tevde bixebitin da ku dawî li vê zilmê bînin. Hamleyên bi vî awayî dê bibin sedem ku pevçûna li Rojhilata Navîn zêdetir bibin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.