Tehqîqeta serîlêdana 83 hezar kesan di komîsyona OHALê de berdewam dike

Tehqîqeta serîlêdana 83 hezar kesan di komîsyona OHALê de berdewam dike

Komîsyona OHALê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji 125 hezar serîlêdanên li komîsyona OHALê hatine kirin heta niha 42 hezarê wan bi netîce bûne û lêkolîna 83 hezar serîlêdanan jî berdewam dike.

Ji teref Komîsyona Tehqîqeta Karên OHALê ve derbarê serîlêdanên kesên ku di bergeha rewşa awarte de ji wezîfeyên xwe hatine dûrkirin, bursa wan a xwendekarîyê hatiye qutkirin, di hal ê teqawîdbûnê de rutbeya wan ji wan hatiye girtin û derbarê wan sazîyên ku hatine girtin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di tehqîqeta ku tê kirin de 80ê wan hakim, pîspor û mufettiş tevde 250 personel hatiye wezîfedarkirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji 125 hezar serîlêdanên li komîsyona OHALê hatine kirin heta niha 42 hezarê wan bi netîce bûne ku 3 hezarên wan hatin qebûlkirin û 39 hezarên wan jî nehatin qebûlkirin, her wisa lêkolîna 83 hezar serîlêdanan jî berdewam dike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.