Teqemenî di destê zarokan de teqîya: 3 birîndar

Teqemenî di destê zarokan de teqîya: 3 birîndar

Li Akçakaleya Rihayê teqemenîya zarokan li derve dîtibûn û biribûn malê teqîya, ji ber teqînê 3 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Akçakaleya Rihayê teqemenîya zarokan li derve dîtibûn û biribûn malê teqîya, ji ber teqînê 3 kes birîndar bûn.

Bûyer doh êvarî li Taxa Buyuktokaça Akçakalê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin xuşk û birayên bi navê Elîf(15) û Alî Badem(12) ên li nav zevîya li ber sînor ji xwe re dileystin teqemenîyeke ku cinsê wê hêj nayê zanîn dîtin. Xuşk û bira teqemenîya ku dîtin birin malê û pê lêbikîn. Dema ku pê dilebikîn teqemenî di destê wan de înfîlak kir.

Di encama bûyerê de dê Emîne Badem(33), Elîf(15) û Alî Badem(12) birîndar bûn. Piştî xeber hat dayîn derdorê re kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.