Teqwîma hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Teqwîma Hilbijartina Giştî ya Parlementerîya Heyama 27emîn û Hilbijartina Serokkomartîyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor teqwîma hilbijartinan a ku ji teref Lijneya Hilbijartina Bilind ve di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin bo namzedîya serokkomarîyê serîlêdan dê di yekê gulanê de dest pê bikin.
Hat diyarkirin 100 hezar îmzeya ku bo namzedîyê ji teref hilbijêran ve hatine berehvkirin divê di navbera 4-9ê Gulanê de bên teslîmkirin lijneyên hilbijartinê ya navçê.
Di 13ê Gulanê de dê lîsteye teqez a namzedên serokkomartîyê di Rojnameya Fermî de bê weşandin û ew ê heyama propagandayê dest pê bikin.
Kesên ku wek xweser têkevin hilbijartinên parlementerîyê dikarin heta roja dawî 21ê Gulanê serîlêdanên xwe bikin.
Li derveyî welêt dengdayîn di 7ê Hezîranê de dest pê bike û dê di 19ê Hezîranê de bi dawî bibe.
Ew ê hilbijartin di 24ê Hezîranê de bên kirin û ew ê qedexeyên hilbijartinan piştî 24 seatan bi dawî bibin û ew ê encamên demkî yên serokkomartîyê di seat 23.59an bên eşkerekirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.