Tevecuha ku em dibînin hêvîya me zêdetir dike

Tevecuha ku em dibînin hêvîya me zêdetir dike

Namzedê parlamenterîyê yê Xweser Aydin Gokê li Êlihê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de esnaf zîyaret kir wiha got, “Tevecuh û eleqeya em dibînin hêvîya me zêdetir dike.”

Namzedê Parlamenterîyê yê Xweser yê ku HUDA PAR wî destek dike Aydin Gok û heyeta pêre li ser rêya Weysel Qeranî esnaf zîyaret kir û ji wan piştgirî xwest.

Gokê ku xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber dewam dike zîyareta esnafan kir û ji wan piştgirî xwest. Esnafan îfade kirin ku ew HUDA PARê baş nasdikin û wê di hilbijartinên parlamenterîyê de piştgirîya Aydin Gok bikin.

Piştî zîyaretê Gok, îfade kir ku ji bo ew li meclîsê bibe dengê gel divê gel piştgirîya wî bike û wiha got: “Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de me îro radyoyek, çapemenîya herêmî û esnafên xwe zîyaret kir. Hemd ji Xwedê re her ku diçe tevecuha gelê me bal bi me zêdetir dibe. Her ku dîroka hilbijartinê nêzîk dibe tevecuh û eleqeya gelê me hêvîya me zêdetir dike.”

Gok, di dawîya axavtina xwe de wiha got: “Eleqe û tevecuha gelême me bextewar dike. Partîvanên me jî diçin cîyê deherinê eleqe û tevecuha em dibînin dibînin. Gelême dibêjin, ‘Vê carê em dixwezin namzedê serbixwe Aydin Gok li meclîsê bibîn in’. Ev me û partîvanên me bextewar dike. Bi îzna Xwedê emê serkeftina xwe şeva 24ê Hezîranê bi tewbe, îstîxfar û selewatan pîroz bikin.”

ÎLKHA





















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.