TIR û mîdîbûs li hev qelibîn: 2 mirî 11 birîndar

TIR û mîdîbûs li hev qelibîn: 2 mirî 11 birîndar

Li Midyada navçeya Mêrdînê TIR û mîdîbûsek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Midyada navçeya Mêrdînê TIR û mîdîbûsek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Midyad-Hezexê li mewqîya Kartminê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin TIRa bi plaqeya 76 AN 309 a ku navê ajovanê wê nehat hînbûn û mîdîbûsa ku ajovanê wê Xidir Olcay bû li hev qelibîn. Piştî ku xeber hat dayîn re gelek ambûlans û yekîneyên rizgarîyê û cendirmeyan hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Di qezayê de Halîme Karabalik(45) û Rihan Tayfan(70) jiyana xwe ji dest dan û kesên bi navê Hıdır Olcay (30), Mahmut Tayfan (12), Hamza Bagaç (25), Aysu Karabulut (8), Orhan Akin (21), Kadîr Ozmen (32), Hakki Ocak (34) û 4 kesên ku navên wan nehat hînbûn birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.