TIR û otomobîl li hev qelibîn: 3 mirî

TIR û otomobîl li hev qelibîn: 3 mirî

Li Hezexa navçeya Şirnexê TIR û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza îro di wextên nîvro de li nêzî Qereqola Dînçer a di navbera gundên Ozbek û Kozlucaya Hezexê pêk hat. Otomobîla bi plaqeya 34 YR 6919 a ku ajokarê wê Îdrîs Ece bû û TIRa bi plaqeya 33 DYG 59 bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de Îdrîs Ece û lawê wî Yasîr Ece û kesê bi navê Selahaddîn Akyuz jiyana xwe ji dest dan.

Ajokarê ku navê wê nehat hînbûn a TIRê jî birîndar bû. Ajokarê birîndar bûbû hat rakirin nexweşxanê û kesên ku mirin jî hatin rakirin mirîxanê.

Hat hînbûn Îdrîs Eceyê ku di qezayê de miriye melayê gundê Kozluca ye.

Piştî otopsîyên ku dê bên kirin re dê bên definkirin.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.