TIRa fêkîbarkirî qulibî: 3 mirî
Li Entabê TIRa fêkîbarkirî qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Entabê TIRa fêkîbarkirî qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Qeza li ser 7 emîn kîlometreya Rêbeja Entab-Rihayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin TIRa fêkîbarkirî ya ku bi plaqeya wê 76 AD 438 bû ji rê derket û qulibî. Di encama qeza ku pêk hat de 2 kesên bi navê Omer Koçak û Necatî Er û kesekî ku hêj nasnameya wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên kesên ku di di qezayê de mirin ji bo otopsîyê hatin birin mirîxanê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.