TIRa ku frêna wê teqîya çend wesayîtan da ber xwe: Yek jê giran 5 kes birîndar bûn

TIRa ku frêna wê teqîya çend wesayîtan da ber xwe: Yek jê giran 5 kes birîndar bûn

Li ser rêya Hevrişîma RihayêTIRa ku frêna wê teqîya çend wesayîtan da bin xwe. Di encama qezaya ku pêk hat de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser rêya Hevrişîma Rihayê  TIRa bi plaqeya 73 SD 628 a ku frêna wê teqîya çend wesayîtan da bin xwe. Di encama qezaya ku pêk hat de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Mehmet Tanrikuluyê ku ji bûyerê re bûbû şahid derbarê mijarê de wiha got: “ Ez nêzî bûyerê bûm. Çawa ku  min bi dengê qezayê bihîst ez çûm cihê bûyerê. Şofêrê wesayîta kesk di wesayîtê de asê mabû. Min û hevalên xwe bi hev re ew derxist. Hinek welatî jî di dema qezayê de weşana zindî dikirin.  Mın mudaxeleyî wan kir û wî hevalê ku di wesayîtê de asê mabû derxist. Min dît ku serê wî şikeştiye û destê wî zirar dîtiye. Xweda şifa bide wan kesên ku birîndar bûne.”

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.