Tirsa Roja Qudsê ya Cîhanê bi rejîma îşxalê girt

Tirsa Roja Qudsê ya Cîhanê bi rejîma îşxalê girt

Ji ber minasebeta “Roja Qudsê ya Cîhanê” ya ku dê li exlebeyê cîhanê bê tertîpkirin tirsê bi rejîma siyonîst girt.

Roja Qudsê ya Cîhanê ya ku di 7ê Tebaxa 1979an de ji teref  Rêberê Înqîlaba Îslamî ya Îranê Îmam Humeynî ve hat îlankirin û dê îro li gelek welatên cîhanê bê tertîpkirin  tirs bi rejîma siyonîst ket. Avîchay Adraeeya  berdevkê artêşa îşxalker bang kir da ku xelk beşdarî Roja Qudsê ya Cîhanê nebe.

Adraeeyê siyonîst  di vîdyoya ku weşand de bi Erebî got ku Roja Qudsê ya Cîhanê aîdî Îranê ye û dû re wiha got: “Ji Îranîyan û artêşa Qudsê bawer nekin. Ew bo we ji dijminekî ji rêzê xeternaktir in.”

Adraee di berdewama axavtina xwe de ji Muhammed bîn Abdulwehapê damezrînerê Wehhabîtîyê û ji Îbnî Teymîye delîlan dianî û hewl dide ku îspat bike Şîîtî batil e û bi tehlûke ye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.