Trump bi tehdîdên xwe bêedebîya xwe nîşan daye

Trump bi tehdîdên xwe bêedebîya xwe nîşan daye

Alîkarê Yekemîn ê Serokomarê Îranê Îshaq Cîhangirî destnîşan kir “Trump bi tehdîdên xwe yên dawîbêedebîya xwe nîşan daye û wisa te famkirin ku ew bi dîroka Îranê nizane.”

Îshaq Cîhangirîyê Alîkarê Yekemîn ê Serokomarê Îranê, derheqê gefxwarinên Serokê Amerîka Dondl Trump de nirxandinan kir. Cîhnagirî di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Trump bi tehdîdên xwe yên dawî  bêedebîya xwe nîşan daye û wisa te famkirin ku ew bi dîroka Îranê nizane.”

Cîhangirî di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir, divê rayedarên Amerîkayî dîroka Îranê ji ber çavan derbas bikin û hîn bibin da ku zanibin ka Îran di dîroka dinyayê de li kû derê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Feydeya şerê ku dê bi Îranê re bê kirin dê ji tu kesî re tune be.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.