Trump cardin gef li koçberan xwar

Trump cardin gef li koçberan xwar

Trumpê ku cardin gefê li koçberênku gihaştin sînora başûr a Amerîka xwar destnîşan kirew polîtîkaya wan a li hember koçberan “binçav bike û bigire” be.

Serokê Amerîkayê Donald Trump  derbarê koçberên ku ji  Amerîkaya Navîn bi rê ketin û gihaştin sînora başûr a Amerîkayê de daxuyanî da û cardin koçberan tehdîd kir.

Trump di daxuyanîya ku berî niha dabû de destnîşan kiribû “artêşa me dê li benda me be.” Trump di daxuyanîya ku vêcarê da de dîsa gefê li koçberan xwar û diyar kir “ Ji bilî kesên ku me derbasbûna wan tesdîq kiriye tu kes nikare derbas bibe. Ger teşebûs bikin, polîtîkaya me ya li dijî wan dê ‘binçav bike û bigire’ be.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.