Trump: Em ji bo êrîşeke ku îhtîmal e bê kirin amade ne

Trump: Em ji bo êrîşeke ku îhtîmal e bê kirin amade ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir, ew faîlê wê bûyera lêxistina tesîsên neftê yên rejîma Siûdî dizanin û ew ji bo êrîşeke ku îhtîmal e bê kirin amade ne.

Piştî êrîşa ku bi balafirên bê însan li du rafîneyên neftê yên rejîma Siûdî hatin kirin re Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Trump di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Êrîş li sehaya neftê ya Erebistana Siûd hat kirin.  Em failê bûyerê dizanin û ji bo vê yekê jî sebebek heye. Me berê xwe daye hedefê û li benda teyîdê ne.  Lê belê em dixwazin ku failê vê bûyerê ji Qraltîyê bibihîzin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.