Trump pêşnûmaya Yemenê veto kir

Trump pêşnûmaya Yemenê veto kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşnûmaya ku pê dihat xwestin piştgirîya ku di şerê li Yemenê de ji Sûidî re tê dayîn bê birîn veto kir.

Li Yemenê şer, dorpêç û êrîşên hêzên koalîsyonê ya ku Sûid ji wan re pêşîvantîyê  dike hêj berdewam dikin û her ku diçe dibin sedemên mirinan. Amerîka piştgirîyî dide Sûida ku ji hêzên koalîsyonê re pêşîvantîyê dike.

Derbarê vekişîna leşkerên Amerîka ji Yemenê û qutkirina piştgirîya ku ji Sûid re tê dayîn de pêşnûmayek hat amadekirin û ji Serokê Amerîkayê Doland Trump re hat pêşkêşkirin. Trump vê pêşnûmaya ku jê re hat pêşkêşkirin veto kir.

Pêşnûma di 4ê Nîsanê de li Meclîsa Temsîlkaran bi 247 dengan û di 13ê Adarê de jî li Senatoyê bi 54 dengan hatibû qebûlkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.