Tu kes bo demokrasîyê derneket meydanan, dirûşmeyên ku dihatin avêtin jî tev tekbîr bûn
Serokê Rûmetê yê Komeleya Fatîh Akincilar Mehmet Şahîndestnîşan kir di wê teşebûsa darbeya ku di 15ê Tîrmehê de bi piştevanîya Amerîka hat kirin de xelk bo demokrasîyê xwe berneda kolanan û dirûşmeyên ku dihatin avêtin jî tev tekbîr bûn.
"Tu kes bo demokrasîyê derneket meydanan, dirûşmeyên ku dihatin avêtin jî tev tekbîr bûn”
Şahîn di nirxandina ku derbarê mijarê kir de diyar kir ger darbe bi serketibana ew ê wê demê çiqas camîayên Îslamî yên ku kêfa Amerîka ji wan re nayê dê tev hatibana tafsîyekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê ev yek bê îzahkirin; gotinên mîna ‘xelk bo demokrasîyê xwe berdan kolanan, şehîd û xazîyên demokrasîyê…’ ev tev çîrok in. Ev xelk bo welatê xwe biparêze xwe berde kolanan û bes mebesteke wan hebû. Xelk dizanibû ku di pey vê darbeyê de FETO û Amerîka heye ku însan bo vê yekê daketin kolanan, bo vê yekê şehîd û xazî bûn. Tu kes bo demokrasîyê derneket meydanan, dirûşmeyên ku dihatin avêtin jî tev tekbîr bûn. Însan li kolanan dirûşmeyên mîna ‘Qehir bibe Amerîka û FETO’ davêtin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.