Uluçayê ku xebatkarê Konsulxaneya Amerîka bû hat berdan

Uluçayê ku xebatkarê Konsulxaneya Amerîka bû hat berdan

Hamza Uluçayê ku karkarê Konsulxaneya Amerîka bû û di bergeha lêpirsîna PKKê de hatibû binçavkirin hat tahlîyekirin.

Hat ragihandin Hamza Uluçayê ku karkarê Konsulxaneya Amerîka ya Edenê bû û di bergeha lêpirsîna PKKê de hatibû binçavkirin hat tahlîyekirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh darizandina Hamza Uluçayê ku karkarê Konsulxaneya Amerîka ya Edenê bû û di bergeha lêpirsîna PKKê de hatibû binçavkirin li Mehkemeya Cezaya Giran a 3yemîn a Mêrdînê berdewam kir. Di encama darizandinan ku hat kirin de ji Uluçayê ku di bergeha lêpirsîna PKKê de hatibûn binçavkirin re 4 sal û 6 meh ceza hat dayîn.

Mehkeme wextê girtîbûna  Hamza Uluçay li ber çavan girt derbarê wî de qerara tahlîyê da.

Di operasyona ku hatibû kirin de di mala Hamza Uluçay da 21 heb yek dolarên ku di operasyonên FETO hatibûn bidestxistin hatibû bidestxistin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.