UNESCO: 617 milyon zarok nizanin xwendin û nivîsandinê
UNESCO destnîşan kir li tevahîya cîhanê 617 milyon zarok nizanin xwendin û nivîsandinê.
Ji teref UNESCOyê ku Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ye ve derbarê zarokên ku nizanin xwendin û nivîsandinê de raportek hat amadekirin. Di raporta ku hat weşandin de hat diyarkirin li tevahîya cîhanê 617 milyon zarok nizanin xwendin û nivîsandinê.
Audrey Azoulaya Midûrê Giştî ya UNESCOyê derbarê mijarê de diyar kir di warê perwerdehîyê de nexasim gelek kêmasîyên zarokên Afrîkayî heye. Audrey her wisa diyar kir li wan welatên ku li başûrê Çola Sahrayê ne rêjeya zarokên qîz ên ku xwedî dîploma ne ji sedî 40î hindiktir e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.