Urdunê konferansa ku dê siyonîst beşdarî bibin betal kir

Urdunê konferansa ku dê siyonîst beşdarî bibin betal kir

Wezareta Karên Hundir ê Urdunê konferansa bi navê “Di Navbera Dînan De Aştî” ya ku tê diyarkirin ew ê heyeta rejîma îşxalê jî beşdarî bibe betal kir.

Hat ragihandin Wezareta Karên Hundir ê Urdunê konferansa bi navê “Di Navbera Dînan De Aştî” ya ku tê diyarkirin ew ê heyeta rejîma îşxalê jî beşdarî bibe betal kir.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Urdunê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku  hat belavkirin de sedema betalkirina konferansê nehat diyarkirin. Lê belê li gorî ku tê diyarkirin ji ber teşebûsên bi israr ên “Komîteya Qasidên Dijberê Asayîbûnê” konferans hatiye betalkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber ku lêkolînerekî Tunusî piştî ku hîn bû ew ê lijneya rejîma îşxalker jî beşdarî konferansê bibe ji konferansê vekişîya. Piştî ku ev yek hat hînbûn re bangên betalkirina konferansê hat kirin.

Piştî bang û teşebûsên ku hatin kirin re konferans hat betalkirin. Sedema betalkirina konferansê nehat diyarkirin. Lê belê li gorî ku tê diyarkirin ji ber teşebûsên bi israr ên “Komîteya Qasidên Dijberê Asayîbûnê” konferans hatiye betalkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.