Volkan li Guetemalayê bû sedema mirina 25 kesan

Volkan li Guetemalayê bû sedema mirina 25 kesan

Li Guetemalayê ji ber ku volkana Fuego teqîyagundek bi temametî şewitî û 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Guatemelayê volkana Fuego ya ku di 31ê Gûlanê de çalak bûbû  lat û xwelî li derdora xwe belav kiribû. Li gor daxuyanîya ku ji teref hikûmetê ve hatiye belavkirin  gundên derdorê di bin agirê ku ji volkanê derketiye de mane û di encama bûyerê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Di dîmenên ku ji ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku însan hewil didin ji lav û êgirê volkanê birevin û xwe bigihijînin derên bi ewlehî.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber volkanê milyonek û 700 hezar kes bi şikleke nebaş tesîrdar bûne.

ÎLKHA


















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.