Walîtîya Diyarbekirê derbarê hewadisa şarbonê de daxuyanî da
Walîtîya Diyarbekirê derbarê xeberên “Tê şiphekirin sedema mirina zarokê jiyana xwe ji dest da nexweşîya şarbonê ye” de daxuyanîyek da û diyar kir tu pêwendîya bûyerê bi Diyarbekirê re tuneye û nexweş ji Bidlîsê sewqî Diyarbekirê hatiye kirin.
Doh di çapemenîya Diyarbekirê de hatibû diyarkirin zarokekî 8 salî ji ber nexweşîya şarbonê jiyana xwe ji dest daye. Ji ber van îddîayan ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Tu pêwendîya bûyerê bi Diyarbekirê re tuneye û nexweşê 8 salî yê bi navê Ebuleyha Tuz ê ku ji ber nerehetîyên mîna zikêş, verişînê hatibû rakirin nexweşxanê bo tedawîyê ji Bidlîsê sewqî Diyarbekirê hatiye kirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.