Walîtîya Mêrdînê derbarê êrîşa ku hat kirin de daxuyanî da
Walîtîya Mêrdînê derbarê êrîşa bi hawan a ku ji teref PKK/PYD-YPGê li Qosera Mêrdînê hat lidarxistin de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Mêrdînê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, îro ji teref endamên PKK/PYD-YPGê ve hawan û roket hatin avêtin gundên Xerabkortê û Cumikê, di encama êrîşê de 2 welatî canê xwe ji dest dan û 12 welatî jî birîndar bûn.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin kesên ku birîndar bûn li nexweşxanê tên dermankirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.