Walîtîya Sêrtê derbarê qoricîyên ku êrîş li wan hat kirin de daxuyanî da
Ji teref Walîtîya Sêrtê ve derbarê qoricîyên ku berî vê 2 rojan êrîşa bombeyî li wan hat kirin de daxuyanîyeke nivîskî hat weşandin.
Weke ku tê zanîn berî vê du rojan hatibû îddîakirin ku kesên ku harekatvanên taybet bi bombeyan êrîş birine li ser kulubeya ku qoricîyan nobed digirtin. Derbarê vê îddîaya êrîşê de ji teref Walîtîya Sêrtê ve daxuyanîyek hat dayîn.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de weha hat diyarkirin derbarê êrîşa ku hatiye kirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin û dû re weha hat destnîşankirin “ Ew xeberên ku ji teref hinek çapemenîyan ve tên amadekirin û ew agahîyên ku ji ser medyaya civakî derbarê mijarê de tên parvekirin ne rast in.”
Ji teref Walîtîya Sêrtê ve derbarê mijarê de ev daxuyanî hat dayîn, lê belê qet derbarê wan harekatvanên taybet ên ku ji teref leşkeran ve hatine binçavkirin û qoricî bi xwe jî ji vê yekê re bûne şahid de agahîyek nehat dayîn û nirxandinek nehat kirin ku ev yek jî balan kişand li ser xwe.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.