Walîyê Rihayê kesên ku di teqînê de birîndar bûn ziyaret kir

Walîyê Rihayê kesên ku di teqînê de birîndar bûn ziyaret kir

Abdullah Erînê Walîyê Rihayê wan kesên ku ji ber teqîna ku li Fermandarîya Tugaya Bi Zirx a 20emîn a Rihayê pêk hat birîndar bûn li nexweşxanê ziyaret kir.

Hat ragihandin Abdullah Erînê Walîyê Rihayê 16 kesên ku ji ber teqîna ku li Fermandarîya Tugaya Bi Zirx a 20emîn a Rihayê pêk hat birîndar bûn li nexweşxanê ziyaret kir û rewşa wan pirsî.

Doh êvarî derdora seat 22.30î de li Tugaya Bi Zirx a 20emîn a Rihayê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di depoya muhîmatê de  teqîn pêk hatin.

Abdullah Erînê Walîyê Rihayê derbarê vê teqîna ku li Rihayê pêk hat de daxuyanîyek belav kiribû û

Destnîşan kiribû , di encama teqînên ku  li Tugaya Bi Zirx a 20emîn a Rihayê pêk hat de 16 leşker û kesekî sîwîl birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler