Walîyê Stenbolê: 3 qetên avahîya ku hilweşîya qeçax bûn

Walîyê Stenbolê: 3 qetên avahîya ku hilweşîya qeçax bûn

Alî Yerlîkayayê Walîyê Stenbolê derbarê avahîya ku li Kartala Stenbolê hilweşîya de daxuyanî da. Walî diyar kir 3 qetên avahîya ku hilweşîya qeçax bûn.

Li Kartala Stenbolê avahîyeke 8 qetî doh hilweşîya, di encama bûyera ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Alî Yerlîkayayê Walîyê Stenbolê derbarê avahîya ku li Kartala Stenbolê hilweşîya de daxuyanî da û destnîşan kir xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hêj berdewam dikin.

Yerlîkaya di daxuyanîya xwe ya ku ji ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir ji bajarên derdorê jî yekîne beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne.

Walî di daxuyanîyeke xwe din de jî derbarê avahîya ku hilweşîya de destnîşan 3 qetên avahîya ku hilweşîya qeçax bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.