Welatên xerbî dixwazin mutabaqata Îdlîbê xera bibe

Welatên xerbî dixwazin mutabaqata Îdlîbê xera bibe

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir hinek welatên xerbî dixwazin ku mutabaqata Îdlîbê xera bibe.

Ji teref Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ve derbarê mutabaqata Îdlîbê de daxuyanîyek hat dayîn. Çavuşoglu di daxuyanîya ku da de derbarê geşedanên dawî de nirxandinan kir.

Çavuşoglu di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir hinek welatên xerbî dixwazin ku mutabaqata Îdlîbê xera bibe û ji bo vê yekê alîkarîya pereyan ji  Heyeta Tahrîrê Şam dikin da ku wî teşwîq dikin  da ku îhlalalan bike.

Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de derbarê mutabaqata Edenê de jî diyar kir mutabaqata Edenê  heq dide Tirkîyê ku Tirkîye di nav axên Sûrîyê de harekata pêwîst bike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.