Weqfa Yetîman li Ugandayê mizgeft vekir
Weqfa Yetîman a ku navenda wê li Diyarbekirê ye li Buyendeya bajêra Ugandayê mizgeft vekir.
Weqfa Yetîman a ku navenda wê li Diyarbekirê ye li Buyendeya bajêra Ugandayê bo Misliman karibin îbadet û taatên xwe lê eda bikin mizgeft vekir.
Mizgefta Ehmed Yasîn a ku berî vê çendakê dest bi înşakirina wê hatibû kirin îro hat vekirin. Mizgefta ku li Ndalîkeya gundê Buyendaya Ugandayê hat înşakirin îro bi beşdarbûna temsîlkarên Weqfê Yetîman digel diayên ku hat kirin, hat vekirin.
Temsîlkarên Weqfa Yetîman destnîşan kirin, li Ugandaya ku mîsyoner lê gelek zêde fealîyetan dikin, Misliman ji ber bêderfetîyan nikarin mizgeftan ji xwe re ava bikin. Temsîlkar dû re wiha li axavtina xwe zêde kirin: “Mislimanên ku hêj nû bûne Misliman di warê jiyana Îslamê de zehmetî dikşînin. Em li vê derê hinek xebatan dikin da ku him zikên wan û him jî rûhên wan têr bikin. Nexasim bi saxîya vê mescîdê înşallah ew ê Misliman bi şikleke rihet îbadetên xwe bikin û him jî ev mescîd dê bibe wesîleya hîdayeta gelek însanan.”
Temsîkarên Weqfa Yetîman her wisa diyar kirin ew ê xebatên wan ên alîkarîyê bo xelkê Ugandayê berdewam bike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.