Weqfa Yetîman xebatên xwe yên alîkarîya bûrsê yên bo êtîmênXazzeyî didomîne

Weqfa Yetîman xebatên xwe yên alîkarîya bûrsê yên bo êtîmênXazzeyî didomîne

Komeleya Pêşveçûn û Alîkarîyê ya Îsarê ya ku li Xazzeya Filistînê xebatên xwe yên alîkarîyê birêve dibe, bûrsên ku ji teref Weqfa Yetîman ve hatibûn şandin ji kesên êtîm re belav kir.

Komeleya Pêşveçûn û Alîkarîyê ya Îsarê ya ku li Xazzeya Filistînê xebatên xwe yên alîkarîyê birêve dibe, bûrsên ku ji teref Weqfa Yetîman a ku navenda wê li Diyarbekirê ye ve hatibûn şandin ji 100 kesên êtîm re belav kir.

Munîs Kadîhê  Seroka Komeleya  Pêşveçûn û Alîkarîyê û Temsîlkarê Weqfa Yetîman a Xazzê di dema belavkirina alîkarîyên bûrsê de diyar kir ew ji bo  xelkê Filistînê xebatên alîkarîyê dikin û ew ê ev xebatên wan heta dawîya salê berdewam bikin.

Kadîh di berdewama axavtina xwe de ji Weqfa Yetîman a ku her meh bi şikleke birêkûpêk alîkarîya bûrsê ji wan re dişîne re teşekur kir û ji Weqfa Yetîman daxwaz kir ku ew, xebatên xwe yên alîkarîyê yên bo Xazzê bidomînin.

Kadîh di dawîya axavtina xwe de diyar kir ji ber şert û mercên aborî yên nebaş şertên jiyanê yên Xazzeyîyan nebaş e. Kadîh her wisa banga alîkarîya bilez li temamê welatên Îslamê û Ereban û her wisa li xêrxwazan kir da ku ji Xazzeyîyan re bibin alîkar.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.