Wesayît li karkerên Rêbejê qelibî: 2 mirî
Li ser rêya TEMê ya Enqerê otomobîl li 2 karkerên ku paqijîyê dikirin qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de her 2 karker jî jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin 2 karkerên Rêbejê yên bi navê Sadiq Bayrak û Seyîdalî Sert li ser rêya TEMê ya Enqerê dema ku paqijî dikirin wesayîta bi plaqeya 06 CPJ 20 li wan qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de Sadiq Bayrak û Seyîdalî Sertê ku giran birîndar bûbûn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.
Cenazayên her du karkeran hatin rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Geredê. Hat diyarkirin derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin û ajokarê wesayîtê jî hat binçavkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.