Wesayît û TIR li hev qelibîn: Kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn

Wesayît û TIR li hev qelibîn: Kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn

Li Nurdaxiya Entabê wesayît û TIR li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Nurdaxiya Entabê wesayît û TIR li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Şahrêya Tarsûs-Edenê-Entabê li mewqîya Şatirhoyukê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 42 FDM 10 a ku ajokarê wê Abdurrahman Celepkolu bû û TIRa bi plaqeya 42 CYP 49 a ku ajokarê wê Mehmet Emîn A. bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de keseke bi navê Zarîfe Celepkolu canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.