Wesayîta ku karkerên ziraetê vediguhast qulibî: 2 jê giran 11 birîndar

Wesayîta ku karkerên ziraetê vediguhast qulibî: 2 jê giran 11 birîndar

Li Êlihê kamyoneta ku karkerên ziraetê vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran tevde 11 karker birîndar bûn.

Hat ragihandin li Êlihê kamyoneta bi plaqeya 31 DL 660 a ku karkerên ziraetê vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran tevde 11 karker birîndar bûn.

Qeza li nêzî gundê Xinçika pêk hat. Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re ambûlans hatin sewqkirin cihê qezayê û kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.