Wesayîta leşkerî qulibî: 3 birîndar
Li Çorumê wesayîteke leşkerî qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Çorumê wesayîteke leşkerî qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn.
Qeza 20emîn kîlometreya Rêbeja Çorum-Îskîlîpê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber ku ajokarê wesayîta leşkerî ya bi plaqeya 19 JAA 122 hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir ji kontrolê derket û qeza kir. Di encama qezayê de 3 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.