Wezareta Karên Derve bertek nîşanî sîyonîstan da

Wezareta Karên Derve bertek nîşanî sîyonîstan da

Wezareta Karên Derve, bertek nîşanî polîtîkaya rejîma terorê ya îşxal û hilweşandina malên Filistînê da.

Di beyanata ji teref Wezareta Karên Derve de hat kirin de, ji ber îşxal û hilweşandina malên Filistînê bertekên tund nîşanî rejîma îsraîla terorîst hat dayîn.

Di daxuyanîya ji teref Wezareta Karûbarên Derve de hat kirin cîh hat dayîn van agahîyan: “Em bi tundî şermezar dikin ku îsraîl li ser axa Filistînê ya ku îşxal kirîye malên civaka Bedewî ya Abu Nuwwarê xira dike û li Herêma Bedewiyan a Xan el-Ehmerê destpêkirina xebatên xirakirinê şermezar dikin. Ev çalakiyên ku meqamên îsraîl bêperwa didomînin perspektîfa Dewleta Filistînê ya yekbûyî û serbixwe dixe bin xeterê. Pêwîst e ku îsraîl demildest dawî li çalakiyên derehiqûqî yên ku li herêmê rageşiyê zêde dike û vîzyona çareseriya du dewletî texrîb dikin bîne."

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.