Wezareta Karên Hûndir bilançoya operasyonan daxuyand
Ji teref Wezareta Karên Hûndir ve netîceya operasyonên heftîyeke dawî yên ku li tevahîya welêt hatin lidarxistin hat daxuyandin.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hûndir ve hat belavkirin, di heftîyeke dawî de li tevahîya welêt tev de 692 operasyon hatin tertîpkirin. Di operasyonên ku hatin tertîpkirin de 130 kes bi hinceta ku ji PKKê re alîkarî kirine, 50 kesên ku têkîlîya wan bi DEAŞê re hene, 489 kes ji FETO û 46 kes jî di bergeha micadeleya bi rêxistinên çepgir de hatin binçavkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.