Wezîr Albayrak: Me biryara pêkve hereketkirinê da

Wezîr Albayrak: Me biryara pêkve hereketkirinê da

Paris-Wezîrê Malîye û Hezînê Berat Albayrak derbarê mueyîdeyên Amerîka de destnîşan kir ku ew digel Fransa qerar dane ku pêkve hereket bikin.

Berat Albayrakê Wezîrê Malîye û Hezînê bo ziyaretinan çû Fransayê û li wê derê bi Wezîrê Fînansê yê Fransayê  Bruno Le Maîre re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtina ku hat kirin re her du wezîr daxuyanîyeke hevpar a çepemenîyê dan. Wezîrê Malîye û Hezînê Berat Albayrak di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Di ticareta kurewî de êdî dolar ne bi ewlehî ye û ticareta bi euroyê bi ewlehîtir dibe. Me digel Fransayê biryara pêkve hereketkirinê da.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.