Wezîr Çavuşoglu: Agirbest nehatiye kirin, êm ê navberê bidin hareketê

Wezîr Çavuşoglu: Agirbest nehatiye kirin, êm ê navberê bidin hareketê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê: “Em ê di nav 120 seatan de navberê bidin Harekata Kahnîya Aştîyê. Harekat nehatiye sekinandin, bes navberdayîn heye. Piştî ku hêmanên terorê ji herêmê derketin re em ê operasyonê bidin sekinandin.”

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê piştî  hevdîtina ku di navbera Serokomarê Tirkîym Recep Tayyîp Erdogan û Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence de hat kirin re daxuyanî da.

Çavuşoglu di daxuyanîya xwe ya ku da destnîşan kir: “Em ê di nav 120 seatan de navberê bidin Harekata Kahnîya Aştîyê. Harekat nehatiye sekinandin, bes navberdayîn heye. Piştî ku hêmanên terorê ji herêmê derketin re em ê operasyonê bidin sekinandin.”

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir, ger li gorî lihevkirinê bê hereketkirin ew ê Amerîka mueyyîdeyên li ser Tirkîyê rabike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.