Wezîr Çavuşoglu: Amerîka her tim mudaxeleyî karên navxweyî ya Venezuelayê dike
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir “Amerîka her tim mudaxeleyî karên navxweyî ya Venezuelayê dike.”
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di daxuyanîya nivîskî ya ku belav kiribû de destnîşan kiribû ku ew Serokê Meclîsa Neteweyî yê Venezuelayê Juna Guaîdo wek “serokê demkî yê dewletê” nas dike.
Piştî vê daxuyanîya Trump, ji teref Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro ve daxuyanîyek hat dayîn. Maduro di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ev daxuyanîya ku ji teref Trump ve hatiye kirin li welêt ji hikûmeta meşrû re teşebûsa darbê ye.
Derbarê vê rageşî ûm mudaxeleya ku hat kirin de ji teref Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ve daxuyanîyek hat dayîn.
Çavuşoglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Amerîka û hinek welatên Amerîkaya Latîn her tim midaxeleyî karên nexweyî ya Venezuelayê dikin. Serokekî ku bi dengan hatiye hilbijartin heye, serokê meclîsê di ser vî halî de radibe xwe serok îlan dike. Ev rewş gelek ecêb e.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.