1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Wezîr Çavuşoglu hevdîtina ku di warê Îdlîbê de bi Rûsyayê re hat kirin nirxand
Wezîr Çavuşoglu hevdîtina ku di warê Îdlîbê de bi Rûsyayê re hat kirin nirxand

Wezîr Çavuşoglu hevdîtina ku di warê Îdlîbê de bi Rûsyayê re hat kirin nirxand

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê destnîşan kir “Ew ê sêşemê heyeta me biçe Moskovayê, berî niha heyeta Rûsyayê hatibû Enqerê. Ew ê hevdîtinên me berdewam bikin.

A+A-

Çavuşoglu di civîna hevpar a çapemenîyê ya ku bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heîko Maas re kir de destnîşan kir ew digel Rûsyayê hewl didin pevçûnên ku berdewam dikin bidin sekinandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin Almanya, welatên Ewrûpayê û Yekîtîya Ewrûpayê mîna Amerîka û Îngîlterê destekê bidin me. Ger em van pevçûnan nedin sekinandin ew ê trajedîyeke mezin a însanî pêk were.”

Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir a muhîm tesîskirina agirbestê ye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Rejîm bes êrîşî însanên bêsûc û guneh nake, bi heman awayî êrîşî leşkerên me yên li xalên çavdêrîyê jî dike. Ne mimkûn e ku em li dijî vê yekê bêdeng bisekinin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.