Wezîr Koca: Hejmara mirîyên me bû 75 û yên ku bi vîrusê ketine jî derket 3 hezar û 629an

Wezîr Koca: Hejmara mirîyên me bû 75 û yên ku bi vîrusê ketine jî derket 3 hezar û 629an

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyêbi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ji ber Coronavîrusê di 24 seatên dawî de 16 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 75 kesan.

Koca di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Hejmara testên ku me doh kiribû 5 hezar û 35 bû. Îro 7 hezar û 86 test hatin kirin. Bi hezar û 96 kesên ku li ser wan test hat kirin re Corona vîrus hat tespîtkirin û 16 kes canê xwe ji dest dan. Hejmara mirîyên me bû 75 û yên ku bi vîrusê ketine jî derket 3 hezar û 629 kesan.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.