​Wezîr Soylu: 300 berikên hawanê hatin avêtin Mêrdînê

​Wezîr Soylu: 300 berikên hawanê hatin avêtin Mêrdînê

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soyluyê ku li Mêrdînê tehqîqetan kir destnîşan kir, 300 berikên hawanê hatin avêtin Mêrdînê.

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê li Nisêbîna Mêrdînê digel Midûrê Giştî yê Ewlehîyê Mehmet Aktaş û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arîf Çetîn tehqîqetan kir.

Wezîr Soylu li Nisêbînê li wê cihê ku berika hawanê lê ket û 8 kes jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da û ji bo wan kesên sîwîl ên ku di êrîşa PKKê de canê xwe ji dest dan peyama sersaxîyê da.

 “300 berikên hawanê hatin avêtin Mêrdînê”

Wezîr Soylu di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir: “ Em bi rêxistineke terorê re rûbirû ne. Berikên hawanan ji Qamişloyê tên avêtin. Ferqê naxin navbera tu kesî. Lê belê me tedbîra xwe stand. 300 berikên hawanê hatin avêtin Mêrdînê.”

 “Me tedbîra xwe stand”

Soylu di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku li Nisêbînê 11 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji parkên zarokan û nexweşxaneyan êrîşan li dar dixin. Li Nisêbînê 11 sîwîlên me şehîd bûn.Mekanên wan bibe cennet. Ez çûm şîna hinek ji wan. Dema ku êrîşan li dar dixin ferqê naxin navbera ti kesî. Me tedbîra xwe stand.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.