Wezîr Soylu beşdarî merasîmacinazê ya kesên ku di êrîşa PKKê de hatin qetilkirin bû

Wezîr Soylu beşdarî merasîmacinazê ya kesên ku di êrîşa PKKê de hatin qetilkirin bû

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu beşdarî merasîma cinazê ya kesên ku li Pasûra Diyarbekirê di êrîşa PKKê de hatin qetilkirin bû.

Doh êvarî li çoltera Pasûra Diyarbekirê teqemenîya ku berî niha ji teref PKKyîyan ve di kevîya rê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta sîwîl de hatibû înfîlakkirin û di teqînê de 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.

4 kesên ku jiyana xwe ji dest dan li Pasûrê, 2 li Êlihê û yek jî li Mûşê hat definkirin.  Li Pasûrê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dan merasîm hat lidarxistin.

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Walîyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu, parlementerên AK Partî û welatî beşdarî merasîma wan kesên ku li Pasûra Diyarbekirê di êrîşa PKKê de hatin qetilkirin bû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.