Wezîr Soylu: Hejmara kesên ku ji tiryakê mirin ji 941î daket 228an
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soyluyê ku di civîna ku hat tertîpkirin de axivî, destnîşan kir hejmara kesên ku ji ber tiryakê mirin ji 941î daket 228an.
Li Ajansa Pêşveçûyînê ya Çukurovayê “Civîna Lijneya Koordînasyona Bajêr a Micadeleya bi Rejêrîyê re” hat tertîpkirin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi xwe jî beşdarî vê bernameyê bû û di bernameyê de derbarê kesên ku ji ber tiryakê mirine de axavtinek kir.
Soylu di axavtina xwe de qala wan xebatên ku li dijî tiryak û tiryakfiroşîyê tên kirin kir û derbarê mijarê de wiha got: “Ji şikeftan bigirin heta ber mekteban, ji bejayê bigirin hetanî deryayê li gelek deran tiryak hat bidestxistin. Di encama van xebatên me yên ku li dijî tiryakê hatin kirin de hejmara kesên ku ji ber bikaranîna tiryakê jiyana xwe ji dest dan ji 941î hat daxistin 228an.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.