Wezîrê Perwerdehîyê û Wezîrê Edaletê derbarê binçavîyên li Çermûkê de daxuyanî da
Wezîrê Perwerdehîya Neteweyî û Wezîrê Edaletêderbarê binçavîya 14 mamosteyên li Çermûkê de daxuyanî da.
Ji teref Abdulhamîd Gulê Wezîrê Edaletê û Zîya Selçûkê Wezîrê Perwerdehîya Neteweyî ve derbarê 14 mamosteyên ku bi şikleke keyfî li Çermûkê hatin binçavkirin de daxuyanî hat dayîn.
Wezîr Gul di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “ HSKyê derbarê 14 mamosteyên ku li Çermûkê ji ber nîqaşa lîstika gogê hatine binçavkirin de lêpirsîn da destpêkirin. Ew ê lêpirsîna ku ji teref mufettişên lijneyê ve di çarçoveya şert û mercên meslekî û serdestîya hiqûqê de bê netîcekirin. Ez taqîbkarê mijarê me.”
Wezîr Selçûk jî di parvekirina ku kir de wiha got: “ Ew bûyerên ku li Çermûkê hatiye serê mamosteyê me, ez xemgîn kirim. Ji teref Wezareta Edaletê ve lêpirsîn pêwîst hatiye destpêkirin. Em hêvî dikin ku cardin tiştekî wisa rû nede. Ez ji mamosteyên me re dibêjim derbasî be û bila zanibin ku em li ba wan in.”
ÎLKHA
Çermik’te halı saha tartışması üzerine 14 öğretmenin gözaltına alınması ile ilgili HSK inceleme başlattı. Hukukun üstünlüğü, mesleki ve etik kurallar çerçevesinde Kurul müfettişlerinin yapacağı inceleme en kısa sürede sonuçlandırılacaktır. Konunun yakinen takipçisiyim.
— Abdulhamit Gül (@abdulhamitgul) 28 Şubat 2019
Çermik’te öğretmenlerimize yönelik yaşanan olay bir öğretmen olarak bizi üzmüştür. Adalet Bakanlığımız tarafından gerekli işlemler başlatılmıştır. Böyle bir olayın tekrar yaşanmaması temennimizdir. Öğretmenlerimize geçmiş olsun diyor, yanlarında olduğumuzu bilmelerini istiyorum.
— Ziya Selçuk (@ziyaselcuk) 28 Şubat 2019
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.